Aboriya Çandiniyê ya Jinê li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê (Derfet û Zehmetî)

Di jîngehekê de ku guhertinên kûr yên aborî û civakî di encama salên dirêj ji şer û pevçûnan herweha aloziyên li ser hev kombûyî, jin bi roleke girîng di beşa çandiniyê de dilîze, ne tenê weke hêmaneke sereke ji bo hilberînê lê belê weke hêzeke çalak di avakirina aboriya herêmî û bidestxistina ewlehiya xwarinê ji bo malbat û civakê.

Aboriya çandiniyê ya jinan xelekeke sereke ye di geşpêdana gundî ya domdar de, jin bi roleke berbiçav di hilberîna çandiniyê û birêvebirina heyberên xwezayî de dilîze, nexasim di herêmên ku bi awayekî gelemperî jêdera wan ji çandiniyê ye di rêvebirina jiyana xwe de.

Ev lêkolîn a ku ji hêla beşa vekolînê a rêxistina GAV ji bo alîkarî û Geşpêdanê ve derketiye, hûrguliyên giştî a rewşa aboriya çandiniyê ya jinan di herêmê de pêşkêş dike. Zehmetî û derfetên rastî jinan tên di vî warî de pêşkêş dike, ji astengiyên belavkirin û alîkariya diravî heya bendên civakî û jîngehî, tevî derfetên rabûn û çespandinê yên ku dikarin li ser were avakirin.

Jin di warê çandiniyê de bi roleke berz dilîze ew jî ji ber çalakbûna wê di encama şert û mercên aborî, civakî û siyasî yên ku salên dirêj ji şer û pevçûnan herweha guhertinên heykelî di civakên herêmî de, lê tevî vê yekê jin rastî zehmetiyên curbicur dibe mîna bidestxistina srmiyanên çandiniyê, gihaştina ji bo hilberînan, piştgiriya darayî û teknolojî, her wekî din ji derveyî astengiyên civakî, çandî yên ku dihêlin xweseriya aborî li gel wan kêm bibe.

Bi rêya sîtemeke ku girîngiyê dide têbîniyên meydanî û danvekirinan, ev lêkolîn dengê jinên karker di çandiniyê de tomar dike herweha qewêtiyên piratîk ku çêkerên biryarê û rêxistinên sivîl armanc digire, da ku rola jina gundî xurt bike û bi cî bike ji hêla aborî ve.

Ev lêkolîn roniyê diavêje li ser rewşa aboriya çandiniyê ya jinan li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi rêya pêşkêşkirina rolên ku jin pê radibin di qada çandiniyê de bi taybet di hilbirînê de, herweha ristên nirxan ên pê ve girêdayî, her wekî din dahûrandina zehmetiyên ku dibin asteng li pêşberî pêşketina jinan di vî warî de. Ev lêkolîn derfetên berdest ji bo jinan dibîne da ku beşdariya wan di aboriyê de xurtir û bihêztir bibe çi bi rêya destpêşxeriyên herêmî, piştgiriya destgirtên jinan yan başkirina gihandina wan bo hilberên çandiniyê û bazaran.

Ji ber girîngiya zêde bi rola jinê di jinûavakirina civakên gundî de, ev lêkolîn guftûgoyê li ser çawaniya xurtkirina aboriya çandiniyê ya jinan dike herweha polîtîkayên piştgir derbarê perwerdeya pîşeyî, piştgiriya projeyên biçûk û navîn tevî amadekirina jîngeheke civakî geşpêdanê dide bihêzkirina aboriya jinan. Her wekî din guftûgoyê li ser çareseriyên gengaz dike da ku rê li ber astengiyên rastî jinan tên di warê çandiniyê de bên girtin.

Ev lêkolîn dibe alîkar di guftûgoyên derbarê rola jinê di rewzkirina çandiniyê de, herweha pêşkêşkirina şîretên piratîk ku bikaribe alîkariyê bi çêkerên biryar û saziyên Geşpêdanê re bike di danîna polîtîkayên karger û dadayî ji bo xurtkirina aboriya çandiniyê ya jinan li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê armanc digire.

Hûn dikarin li lêkolînê bi giştî meyze û bar bikin li gorî rewaya PDF, bi rêya vê lînkê yan li vê sembolê bixe:

https://www.gav4rd.org/wp-content/uploads/2025/05/Aboriya-Candini-kURDI.pdf