Guhertinên Ekolojîk û Bandora Wan li ser Jinan li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ji Aliyê Tenduristî, Cotkarî û Aramiyê ve
Cîhan ber bi Guhertinên Ekolojîk yên lezgîn ve diçe ku bandorên rasterast li jîngeh û hevsengiya biyolojîk dike. Ev yek dihêle ku zehmetiyên mezin werin li pêşberî hewlên geşpêdana domdar bi taybet di herêmên şer de li Sûriyeyê û bakûr û bojhilatê wê.
Ev lêkolîn roniyê diavêje li ser berztirîn kargêr ku dibin sedema van guhertinan, weke guhertina avhewayî, qirêjkirina jîngehî, nexweşiyên çandiniyê, ziwabûn, bilindbûna pileyên germahiyê û guhertinên avhewayî yên dijwar herweha bandora wan li ser hilberên xwezayî, cihêrengiya biyolojîk û çalakiyên aborî û bandora wan a tenduristî li ser civakên herêmî bi nêrîna jinê.
Ev lêkolîn ku yekemîn car e bi vî rengî ji hêla beşa lêkolînan a rêxistina GAV ve derdikeve, encamên xwendina bandora guhertinên ekolojîk li ser tenduristiya jinan li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, aramiya wan a aborî û civakî, bandora kêmbûna avê û bikaranîna hilberên kîmyewî li ser wan herweha rola ku jin di çandiniyê de pê radibe li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê.
Lêkolîn roniyê diavêje li ser çareserî û polîtîkayên pêşinyarkirî ji bo sivikkirina bandora jêmayên guhertinên ekolojîk bi rêya pilanên domdar, guhertin ber bi enerjiya paqij ve û xurtkirina destgirtiyên navneteweyî di vî warî de. Herweha armanca vê lêkolînê ew e ku nêrînên piratîk derbarê piştgiriya çêkerên biryarê de di danîna pilanên bêtir hevser ji bo parastina jîngehê û pêşeroja domdar a nifşên bê.
Girîngiya belavkirina vê lêkolînê ji ber vê yekê ye, fêhmkirina encamên guhertinên jîngê bi çavdêriya jinan li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, di nav de zêdebûna hişyariyên cîhanê yên ku guhertinên jîngê wekî yek ji xetereyên girîng yên li ser aştiyê û ewlehiyê ya navneteweyî tê naskirin . Wateya vê yekê ew e ku pêdivî bi siyasetên nû heye ji bo rûbirûbûna bi van xetereyan re, ku dikare şêwazên jiyanê, hilberandinê û xerckirinên xwe biguherînin. Hewaya ku bi lez tê guhartin , hewcedarê hewlên giran, dirêj û zehmet e ku werin danîn da ku em pê re beng bibin û hêzeke jiyanê nû ava bikin ji bo karîgeriyên wê were kêmkirin.
Hûn dikarin li lêkolînê bi giştî meyze û bar bikin li gorî rewaya PDF, bi rêya vê lînkê yan li vê sembolê bixe:
https://www.gav4rd.org/wp-content/uploads/2025/05/Guhertinen-Ekoloji-kURDI.pdf
